Demîrtaş û Mizraklî: Erdogan û Ocalan muxatebên aştiyê ne

Hêriş Celal 16/03/2024
Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî.
Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî.

Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî ragihandin, "Eger çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî fermî li dora maseyê were nîqaşkirin, divê nûnerê Komara Tirkiyê li ser maseyê be û Erdogan û Ocalan jî muxatebên aştiyê ne."

Îro Komeleya Mafê Mirovan IHD li bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê Konfransa “Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd” li dar xist û gelek kes tevlî konferansê bûn.

Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş û Hevşaredarê berê yê Diyarbekirê Selçûk Mizraklî ku herdu jî di girtîgehê de ne peyameke hevpar ji bo konfransê şandin.

Di peyamê de tê gotin, bikaranîna peyvên “kurd û pirsgirêk” bi hevre şaş e. Ji ber ku kurdan tu pirsgirêkek dernexistiye û li dûv mafê xwe yê zewtkirî ne.

Her wiha diyar kirin, ji ber ku niha hikûmet di destê Serokkomar Receb Teyîb Erdogan de ye, muxatebê sereke yê aliyê dewletê ji bo pirsa kurd Erdogan e. Her wiha li gorî ezmûnên berê jî muxatebekî din birêz Ocalan e.

Demîrtaş û Mizraklî bang li rayedarên hikûmetê yên ku dibêjin, “Di biharê de xwe ji bo operasyoneke berfireh amade dikin” kirin û destnîşan kirin ku eger bêjin “vê biharê em dê deriyên aştiyê vekin” dê di berjewendiya hemû aliyan de be.

Hêriş Celal

16/03/2024