Derbarê Kanal8ê

KANAL8, saziyeke serbixwe ya madyayî ya hevçerxe, sala 2023’ê li Herêma Kurdistanê hatiye avakirin, navenda sereke ya kanalê li bajarê Silêmaniyê ye, ku wek bajarê Çand û Rewşênbiriyê tê nas kirin. Bi rêya du kanalên televizyonî bi zimanên Kurdî û Erebî, Dîjital jî bi her du Kurmanciyên Jorîn û Jêrîn, Îngîlîzî, Erebî, Tirkî û Farsî, her weha Radyo û Navenda Lêkolînan û bi bilindtirîn asta pîşeyîbûn û pêşketinên teknolojiyê, berhemên rojnamegerî û zanistî pêşkeş dike.

KANAL8 bi nêrîneke cîhanî û dûr ji hemû sînorên sîyasî, olî û erdnîgarî zanyariyên herî zêde yên piştrastkirî û dûr ji alîgiriyê pêşkeş dike. Rastbêjî di gihandinê de û bê alîbûnê di nirxandinê de wek erka xwe dizane û dixwaze bîner û gûhdar û xwînerên wê bigihêjin nûtirîn nûçe û agehiyan ji tevaya cihanê.

Geşta KANAL8 ji siya çiyayên Silêmaniyê ve dest pê dike û ji nava welatê du rûbaran derbas dibe, demên niha û berê bi hevre girê dide û bi dîrokek bi rûmet xwe digihîne hemû cîhanê. KANAL8 deng dide bêdengan û çîrokên ku nehatine gotin digihîne cîhanê. Li KANAL8 hemû hewl ji bo jiyaneke baştir û paşerojeke geştire. Li KANAL8 nûçe bi tenê riyek nîne ji bo zanînê, ji ber ku hêzeke jî, ji bo gûherînê.

Em li ser riya rastbêjiyê pêngavan davêjin û ev jî, riya meye ku naye gûhertin.