Bafil Celal Talebanî: Peywendiyên me yên bi welatên herêm û cihanê re ji bona bidestxistina berjewendiyên nîştimanî ne

Bafil Celal Talebanî li Washingtonê bi Endamê Lijneyên Îstixbarat û Parastinê ya “Lijneya Bernameya Pirove û Hevkarîkirina Hêza Pêşmergeyê” Mike Garcia li Encûmena Nûneran.

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî rgaihand, peywendiyên wan ên bi welatên herêm û cihanê re ji bona bidesxistina berjewendiyên nîştimanî, kamiraniya gelê me û dûrxistina welatê ye ji pevçûnan.

Buroya Çapemeniyê ya Serokê YNKê di daxuyaniyekê de belav kir, Bafil Celal Talebanî li Washingtonê bi Endamê Lijneyên Îstixbarat û Parastinê ya “Lijneya Bernameya Pirove û Hevkarîkirina Hêza Pêşmergeyê” Mike Garcia li Encûmena Nûneran civiya.

Li gorî daxuyaniyê, di civîna Serokê YNKê û wî endamê Encûmena Nûneran de gotûbêj derbarê “Avakirina sitratejiyeke nû di navbera Herêm Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê ya di çarçoveya parastina berjewendiyên giştî” hatiye kirin û bi hewcedariyeke qonaxê hatiye binavkirin.

Daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Bafil Celal Talebanî bal kişandiye ser wê yekê jî, behsa “Guhertinên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Îraq û Rojhilata Navînê” hatiye kirin û Serokê YNKê jî tekez kiriye, “Hewla me ji bo parastina aramî, kamiraniya gelê me û dûrxistina welêt e ji pevçûnan.”

Bafil Celal Talebanî herî dawî anî zimên, “Peywendiyên me yên bi welatên herêm û cihanê re ji bona parastina berjewendiyên nîştimanî ne.”