Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Tiktok qedexe kir

Logoya Tiktokê. Wêne: Heme Sûr - Kanal8

Encûmena Nûneran ya Amerîkayê bi piraniya dengan proje yasaya qedexekirina Tiktok ji Amerîkayê, erê kir.

Îro çarşemê, 13’ê Adarê ya 2024’an, Encûmena Nûneran ya Amerîkayê bi piraniya dengên xwe yasya qedexekirina tevna medyaya civakî ya Tiktokê erê kir.

Kongresa Amerîkayê bi piraniya dengên endamên xwe, proje yasayayek erê kir ku tevna Tiktokê neçar dike bi vekişandina hilberînên xwe ji xwediyê xwe yê Çînî yan jî qedexekirina wê li Amerîkayê.

Di rûniştinê de 352 endamên Kongresê dengê erê dan proje yasayê, 65 endaman jî dijî wê biryarê bûn, ev yek jî bi hevdengiyeke bêhevta ya navbera Demokrat û Komariyan tê naskirin.

Ev biryara Kongresa Amerîkayê di demekê de ye, roja sêşemê, Rêveberê Îstixbarata Nîştimanî ya Amerîkayê Avrail hains di çarçoveya rûniştinê ya lijneya Îstixbaratê li Encûmena Nûneran ya Amerîkayê ragihand: Çîn tevna Tiktokê ji bo çêkirina bandoriyê li hilbijartinên îsal yên Amerîkayê bikartîne.