KURTULMUŞ: LÊBIHURÎNA GIŞTÎ YAN JÎ YA TAYBET, CIH DI YASAYÊ DE NAGIRE
Sidar Basut 3 DEMJIMÊR BERÊ
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, der barê "Yasaya Çarçoveyê" daxuyaniyeke giring da.
Kurtulmuş xalên sereke yên vê rêziknameyê bi van sernavên kurt bi par ve kir:
- Di Yasaya Çarçoveyê de, lêbihurîna giştî yan jî ya taybet tekez dê cih nagire.
- Tê hêvî kirin ku rêzikname beriya Parlamento bikeve bêhinvedanê bibe yasa.
- Pêşniyaza yasayê ya ku hatiye amadekirin ne mayînde ye, dê li gorî pêvajoyê demkî û serbixwe be.
- Tê armanckirin ku pêvajo bi lihevkirina hemû partiyên siyasî yên di Parlamenteyê de bimeşe.
Sidar Basut
3 DEMJIMÊR BERÊ