Kongreya giştî ya salane ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Holendayê destpêkir û tê de nirxandin li ser rewşa Kurdistanê û bandorî û encamên aloziyên li cîhanê û rojhilata navîn liser kurdan, tê kirin.
Zeyneb Murad Hevseroka KNKê ji Kanal8ê re ragihand, îro 22emîn kongreya giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Holendayê destpêkir û du rojan berdewam dibe.
Zeyneb Murad da zanîn, di kongreyê de nunerên partî û pêkhateyên Kurdistanê tevlî dibin û nirxandinê liser rewşê û buyerên rojhilata navîn û metirsiyên liser Herêma Kurdistanê tên kirin.
Hevseroka KNKê got, di kongreyê de behsa hevhelwestî û yekrêziya gelê Kurdistanê tê kirin, ji bo derbas kirina metirsiyan û parastina destkeftan.
Hevdem, nuçegihanê Kanal8ê ji hola kongreyê ragihand, jiber metirsiyên ewlehiyê hejmarek zêde mêvan ji bo kongreyê nehatine vexwendin.