Polîsên Belcîkayê bi ser avahiyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin

Demjimêr 1  û nîva serê sibeha îro polîsên Belcîkayê bi ser avahiyên Stêrk TV û Medya Haber TV yên nêzî Partiya Karkerên kurdistanê de girtin û rê nadin karmendên wan televizyonan karê xwe yê rojane pêk bînin.

Li gorî medyaya nêzî Partiya Karkerên Kurdistanê, avahî ji bo demek dirêj hatibû dorpêçkirî rê nedan karmend derbasî nav avahiyan bibin.

Desteya Piştevaniyê ya Stêrk TV û Medya Haber TV ragihand, serdagirtina savahiyên televizyonên wan nîşaneyek şênber ya berfirehbûna êrîşên Tirkiyê li hember wane û dixwazin dengê wan bibirin û bang li alîgirên xwe li Belcîka û Ewropayê kir ku li hember vê pêşhatê bêdeng nemînin.