Polîsên Fransayê bi ser malên hejmarek kesên saziyeke nêzî PKKê de girtin û di encamê de 6 kes binçav kirin.
Medyaya nêzî Partiya Karkerên Kurdistanê ragihand, li navçeya Dransî ya Parîsa paytexta Fransayê, hêzên ewlekariyê bi ser malên endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de binçav kirin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê diyar kir, girtina endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk di demekî de ye ku sê roj berê hikûmeta Fransayê sê penaberên Bakûrê Kurdistanê radestî Tirkiyê kirine.