Partiya DEMê: Tepeserkirina Çapemeniya Azad destpêka têgeha şerek nû ye

Piştî binçavkirina çend rojnamevanên Kurd li bajarên Tirkiyê û biserdegirtina du dezgehên medyayî yên Kurdî li Belcîkayê û binçavkirina çend rojnamevanên Kurd li Fransayê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) daxuyaniyek belav kir û bi tundî ev kiryarên li dijî çapemeniya azad şermezar kirin.

Daxuyaniya Encûmena Rêveberiya Navendî ya Paritya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê):
Li Stenbol, Enqere û Belcîkayê di nîvê şevê û serê sibê de êrîş û operasiyonên hevdem li dijî Çapemeniya Azad hatin pêkanîn. 7 rojnamevanên ji Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yenî Yaşamê re dixebitin li Enqere û Stenbolê hatin binçavkirin. Polîsa Belcîkayê jî bi ser Medya Haber û Stêrk TV’ê de girt, dîsa bêyî hebûna ti belgeyan. Di serdegirtinê de, ku çend demjimêran domand, dest danîn hemû belgeyên yasayî û fermî. Di serî de, em van êrîşên nedad, neyasayî û çeteyî yên li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin.

Di 21’ê kanûna 2011’an de, hema 7 roj beriya operasiyona berfireh a girtin û binçavkirinê ya li dijî çapemeniya Kurdî, Komkujiya Roboskî bi balefirên şer hat pêkanîn. Di serdemeke wiha de ku hikûmeta AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd planên êrîşên berfireh pêk dianî û Erdogan piştî salan bi hikûmeta Iraqê re danûstandinan dikir, ev operasyon hem li hundir û hem jî li derve li dijî çapemeniya Kurd ne vala ye. Mixabin, hêzên herêmê û navdewletî dixwazin bibin parek ji van planên êrîşan.
Tevahiya êriş û operasiyonên çend sal in li dijî Çapemeniya Kurdî tê pêkanaîn nîşana amadekariyê ye ji bo êrişek mezintir û berfirehtir li ser gelê Kurd. Tev û tev hatiye selmandin ku hewlên ji bo bêdengkirina çapemeniyê, dengê gelê Kurd, armanca pêkanîna êrişên liserhev, têk diçin.
Ji aliyekî din, ev rûreşî ye ku Belcîkayê di danûstendinên xwe yên bi Tikriyê re, mafên mirovan, demokrasî û çapemeniya azad kir qurbanî. Mixabin, welatên Ewropî cardin nîşan dan ku dikarin tevahiya nirxên mirovî piştguh bixin dema berjwendiyên wan di metirsiyê de ye, dikarin wan nirxan pêşkêşî hikûmetên desthilatdar ên zordest bikin û dikarin pişta wan hikûmetan bigirin. Rastiya ku ev êrîş di 22’ê nîsanê Roja Çapemeniya Kurdî de hatin pêkanîn, nîşanek din a kiryara înkar û zilmê ye.
Em hişyarî didin hikûmetê, ku bingeha siyaseta xwe li ser înkar û şerê ava dike: Çavkaniyên Tirkiyê nedin hêzên herêmî û navdewletî ji bona zilma li hemberî Kurdan. Tevahiya hewlên te dane, têk çûne, ti ji wana encam negirtin û wê negirin jî. Siyasetên nû yên êrîş û komkujiyê yên hûn amade dikin û hewlên we ji bo bêdengkirina vîna çapemeniya Kurdî, ji bilî têkçûnê tiştekî ji Tirkiyê re bi dest naxe. Dev ji hişmendiya êrîş û wêrankariyê berdin, peyama “normalîzekirin, çareserî, demokrazîekirin”ê ya ji aliyê civaka Tirkiyê û gelê Kurd di hilbijartinên 31’ê adarê de hatibû dayîn, werbigirin. Çawa di dîrokê de hatiye selimandin, her kesê li ser rêkurkê rijd e, wê heman bêhêvîbûn û çarenivîsê biceribîne.
Em bang li her kesî dikin ku naxwaze Tirkiye ji bo serkêşî, rêkurk, kirîz û kaûsek din bê kêşkirin, li hemberî van êrîşan hestyar be. Em banga rawestandina lezgîn a van êrîşan dikin û cardin piştevaniya xwe bi çapemeniya azad û opozisiyon re nîşan didin.

Encûmena Navendî ya Partiya DEMê

23’ê Nîsana 2024’an