Li xwe bawer bike û baştir bijî

Li xwe bawer bike û baştir bijî
Li xwe bawer bike û baştir bijî

Ji xwe bawer kirin, rêyeke sereke ye ji bo gihiştin bi jiyaneke baştir û di hemû warên jiyanê de pêdiviye, ev yek alîkariya te dike ji bo ku biryarên baştir û rastir bidî, reftarên te gûncawtir bin û pêngavên te di cîhê xwe de bin, ku ev yek jî dihêle tû baştir bijî.

Em hemû ji çemka ji xwe bawer kirinê agehdarin, lê dibe ku di warê zanistî de me tû lêkolîneke liser nekiribe, zanista derûnnasiyê çemka ji xwe bawer kirinê wek destkeftek dide nasandin, neku wek nerîtekê ku li cem mirovan hebe.

Çar pêngavên grîng yên zanistî hene ji bo ji xwe bawer kirinê:

Yekem: Derûnasiya erênî

Dr. Martîn Sêlîgman, pêşengê beşeke derûnasiyê bi navê “derûnasî nerîteke ku grîngî bi avakirina xal û aliyên bihêz dide, ku başkirina aliyên lewaz dide”. Rêbaza Sêlîgman mirov ber bi karîn û aliyên wan yên bihêz ve dibe.

Dûyem: Fikirandina erênî

Bi rêya fikirandina erênî û paqijkirina mejiyê xwe ji fikrên nerênî û hilweşîner dikarin baştir bifikirin û mejiyê xwe ber bi erênîbûn û bihêzbûnê araste bikin, nekû ber bi şikestina karîn u behremendiyan. Ji bîr neke mejî yek ji bihêztirîn çekên mirovane.

Sêyem: Diyarkirina armancê

Diyarkirina armancê ji çend aliyan ve bandoriyek erênî li ser ji xwe bawer bûnê çêdike, dema ku armancek tê diyar kirin, zêdetir hewil tê dan û daxwaza serkeftinê zêde dibe, ev yek jî hestê ji xwe bawerbûnê bihêztir dike.

Çarem: Xwe sînordar nekin

Gotinek heye û dibêje, “karînên xwe sînordar neke û hemu astengiyan bide aliyekê”, wate herdem xwe ber bi pêş bibe, tû caran xwe bi zanîna fikrek diyarkirî yan behremendiyekî ve sînordar neke, ji bo ku herdem hest bi ji xwe bawerbûnê bikî.