Tu dê çawa dahatek baş bi dest bixî

Tu dê çawa dahatek baş bi dest bixî
Tu dê çawa dahatek baş bi dest bixî

Di jiyana îro ya darayî de, bi taybet ji ber berdewamiya guherîna buhayê diravan, kelûpelan û borseyên cîhanê, hebûna planeke darayî ji bo rêkxistina dahat û mesrefan gelek grînge.

Mirov di her asteke jiyanê de be, xwedan pereyek kêm be yan xwedan sermayeyek mezin be, pêdiviye ku berdewam xwedan planek darayî be û ji bo diyarkirina planê jî divê van pêngavan bavêje.

“Bingeha rêvebirina darayiyek rast, plansaziyekbaşe”

Ji xwe re budceyek çêbike:

Bingeha birêvebirina darayiyek rast, bi plansaziyek baş ya budceyê çêdibe, destpêkê pêdaçûnê bi dahat û mesrefên xwe bike û bizane çi çiye, ev yek weha dike ku tu pereyê ji bo pêdviyên xwe yên sereke diyar bikî, mesrefên xwe yên ne sereke kêm bikî û bikaribî ji xwe re zêdetir pereyê kom bikî.

Armancên darayî diyar bike:

Danîn yan jî diyarkirina armancên darayî yên zelal gelek grînge, mînak;  ji bo kirîna xanî, yan ji bo dayina deynan, hebûna armancên darayî weha dike ku pere baştir bê bikar anîn, di jêr kontrolê de be û biryarên baştir yên darayî bên dayin.

“Sindoqa stratejîk pêk tê ji hilgirtina hinek pere ji bo rewşek ji nişkeve”

Pereyê Spî ji bo rojên Reş:

Yek ji bingehên sereke yên rêvebirina baş ya darayî, pêk tê ji çêkirina sindoqeke stratejîk, ji bo dem û rewşên dijwar û ji nişkeve. Sindoqa stratejîk pêk tê ji hilgirtina hinek pere ji bo rewşek ji nişkeve di paşerojê de, mînak; rewşek tendirustiyê yan têkçûna otomobîlê.

“Bila hilberînên te cur bi cur bin”

Hilgirtin û Hilberîn:

Beşek ji dahatên xwe ji bo hilgirtin û hilberinê veqetîne, dema bi dawî hatina karê xwe û xanenişînbûnê bîne bîra xwe. Her wiha grîngiyê bi hilberînê bide û pereyên ku hatiye hilgirtin bixe kar, grînge ku hilberînên te cur bi cur bin, ev jî wek tedbîrekê ye ku pereyê te di dema jinavçûna projeyek te de bi temamî ji dest neçe.

Mesrefên te ji dahatên te zêdetir nebin :

Bila mesrefa te ji dahata te zêdetir nebe, mesrefên xwe yên ne pêdivî qut bike û hertim wê kedê bîne bîra xwe, ku ji bo komkirina wî pereyê te daye. Divê weha nefikirî ku di mehekê de çiqas ji dahata xwe xerc bikî, grînge weha bifikirî ku, çiqas ji dahata xwe hilbigrî.