Sûdên Sereke yên nebatên nav malan

Sûdên Sereke yên nebatên nav malan
Sûdên Sereke yên nebatên nav malan

Nebat û keskatiyên di nava malan de enerjiya erênî û dilxweşkerin, her wiha alîkarin di çêkirina atmosferek aram û tijî oksîjen de kû ji bo laş û derûnê mirovan bi sûdin.

Ji bo paqijkirina hewayê :

Pelên dar û gûlan proseya fotosentezê pêktînin kû dibin sedema paqijkirina hewaya derdor, kişandina karbondioksîtê û pêdana oksijenê, ku ji bo henasedana mirov pêdviye.

Nebat, di vî warî de jî bi sûdin, ku pêkhateyên kimyayî yên bi ziyan di mal yan jî odeyan de paqij dikin.

Kêmkirina tirs û xemê:

Awayê jiyana mirovan tijiyê ji ne aramiya derûnî , rêkxistina nava malê yan cîhê karkirinê bi gûl û keskatiyan, dibe sedema kêmbûna zexta derûnî.

Her wiha xizmetkirina nebat û keskatiyan aramiyê dide mirovan, bandoriyek erênî li ser mejiyê mirovan çêdikin.

Nebat û keskatî bandoriyek erênî li ser derûnê mirovan çêdikin, bi awayeke ku bertekên mirovan li hember karên rojane erênî dibin û asta hilberîna mirovan di warên derûnî de zêde dibin.

Bikaranîna nebatan ji bo çareserkirina birînan :

Nebat û keskatî dikarin laş û derûnê mirovan nûjen û çareser bikin, ev jî bi rêya derxistina çend curên gaz, polen û maddeyên kimyayî dibe. Her wiha şikil û bêhnên nebatan bandoriyek mezin liser derûnê mirovan çêdikin.

Li gorî hinek çavkaniyan jî, gulên li nexweşxaneyan ji bo çareserkirina nexweşan tên bikar anîn û dikarin bi awayekî lezgîn birînan çareser bikin.