Li Tirkiye bihabûna bêpergal bandoriyê li kirîna xaniyan jî dike

Piştî erdheja 6ê sibatê, parêzgehên ku wêran bûn, koçberiya ji herêmê ber bi bajarên din ve didome. Enqere yek ji bajarên ku herî zêde koç lê dibe ve balê dikişîne.  Serokê Odeya Emlak û Esnafên Enqerê Hakan Akçam ji kanal 8ê re ragihand ku di nava salekê de li bajêr zêdebûneke ber bi çav çêbûye, ku piranî ji ber erdhej û fikarên erdhejê ne.

Koçberiya piştî karesata erdhejê bi taybetî li Enqerê daxwaza xaniyan bi zêdetir kir. 

Li gorî heman meha sala borî nirxê îndeksê li Stenbolê ji sedî 45,6, li Enqerê ji 72,9 û li İzmîrê jî ji 57,4 zêde bû.

Serokê Odeya Emlak û Esnafên Enqerê Hakan Akçam, diyar kir ku di nava salekê de li bajêr bi lez zêdebûnek çêbûye, ku piranî ji ber erdhej û fikarên erdhejê ye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê, welatiyên me yên ji herêmê derketin bi giranî li Enqerê bi cih bûn. Her wiha ji ber ku Enqere di warê erdhejan de herêmeke ewle ye, hejmareke kêm be jî, ji Stenbol û Îzmîrê jî welatî hatin li vir bi cîh bûn û ev jî bû sedem ku buhayê xaniyan li Enqerê bi zêdetir bû. Ji aliyê din de her ku hêza kirînê ya gel lawaz dibe, firotina xaniyan jî kêm dibe, van hemûyan jî di nav faktoran de têne hesibandin.

Hakan Akçam – Serokê Odeya Emlak û Esnafên Enqerê

Bihabûna xaniyan jî hêza kirînê ya welatiyan bi zehmettir dike.

Xaniyên min heye, lê derdora min gelek hevalên ku nikarin xaniyek bikirin hene. Bi her awayî bidestxistina wan pir ne mumkin xuya dike. Niha hûn nikarin bi mehane 30 û 40 hezar lireyî xaniyek bikirin. Ji aliyê din de jî rêjeya faîzê ku banke  ji bo deynên xaniyan dide  jî gelekî zêde ye.

Mesut Bağcı – Welatî

Me dixwest ku em xaniyek bikirin, lê niha ne mumkin xuya dike. Her wiha kirêyên xaniyan jî gelek bi zêde bûn.. Enqere bûye bajarekî pir qelebalix, bi taybetî piştî erdhejê koçberî çêbû û gelek welatiyên biyanî jî hene. Helbet ev hemû sedem bihayên xaniyan bi zêdetir kir.

Hatice Yeter – Welatî

Bihayên xaniyan di meha Sibatê de li gorî meha borî ji sedî 2,2 zêde bûn; Li gor heman meha par ji sedî 58,3 zêde bû.