Li Herêma Xweser rewşa karkeran li navçeyên din yên Sûriyê çêtir e

Berprisên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, ew mafê karkeran diparêzin ku heqdestê mehane yên karkeran li herêmên wan ji tevahiya Sûriyê baştire.

Îro roja karekeran a cîhanî ye. Li Sûriyê ku 13 salin di nav şer de ye rewşa karkeran ji gelek çînên din xirabtire.

Berprisên Rêveberiya Xweser dibêjin ew mafê karkeran diparêzin ku heqdestê mehane yê karkeran li herêmên wan ji tevahiya Sûriyê baştire.

Lê tevî wê jî heqdestê mehane yê karkeran ji ber qeyrana aborî ji aliyê gelekan ve kêm tê dîtin.

“50 hezar karkerên birêxistinkirî li herêmên Rêveberiya Xweser hene”

Hevserokê Konfederaliya Civaka Demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen bo Kanal8ê got, niha zêdeyî 50 hezar karker di nava yekîtiyên kedkaran de hatine bi rêxisitnkirin, lê bi gotina wî hejmara karkeran dema mewsima dirûtina Genim û Ceh digihe 75 hezaran jî.

Cîhad Hesen destnîşan kir, karkerên di kerta taybet de kar dikin, heqdestê wan yê mehane ji milyonek û 200 hezar lîreyên Sûrî bo mliyonek û 500 hezar lîreyane. 

Li gorî Cîhad Hesen yek ji zehmetiyên sereke kêmbûna heqdestê wan yên mehane ne û ew jî ji ber qeyrana aborî ye, wiha diyar kir, ew hewl didin heqdestê wan baştir bikin.

Gelek karmend di nava saziyên Rêveberiya Xweser de jî kar dikin.

140,000 karmendên Rêveberiya Xweser hene

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî diyar kir, niha 140 hezar karmend di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin.

Bi gotina Şêxmûs Ehmed, rewşa karmendên wan ji rewşa karmendên tevehiya Sûriyê baştire, ku ew hewl didin mûçeyên karmendan derdewam li gorî nirxê dolar baştir bikin.

Lê beriya niha kanal8ê ji zarê karmendên Rêveberiya Xweser ragihandibû, mûçeyên karmendên Rêveberiya têra 15 rojên mehê jî nake.