Li bajarê Seqizê 170 karkerên şaredariyê ji kar hatin derxistin

Wêne: Vahid Salemi - AP

Li bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê nêzî 170 karkerên şaredariyê ji kar hatin derxistin.

Çavkaniyên Navxwe yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin, Şaredarê Bajarê Seqizê tevî ku tenê çend rojek ji bo 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran maye, nêzî 170 karker ji karên xwe derxistin.

Li gorî çavkaniyan, hejmarek ji van karkeran bi fermana endamên meclîsa bajar, cîgirê şaredar û qeymeqam li ser kar bûn û niha ji ber nakokiya di navbera şaredar û hin endamên meclîsê, ev karker bûne qurbanî ji karên xwe hatine derxistin.

Tê zanîn, ku ev karker bi girêbestek 87 rojî di beşên cuda yên şaredariya bajarê Seqizê de mijûlî karê xwe bûn.