Nêzî 30 navendên genim li Bakûr û Rojhilatê Suriyê hatine vekirin

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Qamişloyê Nayif Îbrahim ji Nûçegehana Kanal8ê Stêra Nebî re ragihand, her sal beriya ku demsal dest pê bike li Bakûr û Rojhilatê Suriyê ew civînê çêdikin û ji bo pêşbeziya çandiniyê amadekariyan dikin.

Hevserokê Desteya Çandiniyê yê Qamişloyê got, amadekariyên lijneya lihewarhatinê rê li şewata genim digrin ji ber ku sala derbasbûyî gelek şewat çêbûn û îsal li ser wê mijarê civînên zêde çêbûn, wî her wiha got, “Ev demsalek pir xêr e, ji ber ku baran zêde bariye û hêviyek zêde heye ku genim bigihîje zêdeyî milyonek û nîv tonî.”

Nayif Îbrahîm eşkere kir, “Niha li Bakûr û Rojhilatê Suriyê nêzî 30 navendên genim hatine vekirin û taxim tev kamil bûne, herwiha îsal li Qamişlo navenda genim venabe ji ber ku dagirtiye, lê navenda Tilhemîsê vekiriye û 120 hezar ton di nava wê de cih bigre, herwiha li Amûdê, Çaxir, Tilmerûf, Dêrik û Tilkoçer jî hatiye vekirin, navendên herî mezin ya genim li Cizîr û Tilhemisê ye, lê di navendên din de kêmtir hatiye amadekirin.”