Îsal dê zêdetirî 700 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Cizîrê were kirîn

Hevserokê Rêveberiya Berhemên Şînatiyê ya Kantona Cizîrê Meatez Ehmed ji Nûçegehana Kanal8ê Evîn Şêxmûs re ragihand, “Piştî lihevkirina di navbera desteya çandinî û avdaniyê ya herêma Cizîrê û kompanya pêşxistina çandiniyê ya Rojhilatê Suriyê, civînek hat lidarxistin û 11 navendên kirîna genim li herêmê hatine destnîşankirin, em dikarin wan navendên kirînê binav bikin ji bo ku agahiyên xelkê tê de hebe.

Hevserokê Rêveberiya Berhemên Şînatiyê ya Kantona Cizîrê bi vî awayî ji me re parvebûna navendan bi ser herêman de eşkere kir:

Li bajarê Dêrikê wê çar navend werin vekirin, bajarê Tirbesipiyê 3 navend, Amûdê jî 2 navend hatine vekirin, Dirbesî û Hesekê navendek lê hatiye vekirin û wê îsal genim bi dest bixin.

Herî dawî, Meatez di diyar kir, wê nêzî 800 hezar genim bikeve ber destê wan û got, “Wek pêşbîniyan, li Herêma Cizîrê wê em derdora 600 – 800 hezar ton bi dest bixin û herwiha derbarê parastina genim jî, her kes dizane îsal branek zêde barî ev yek bû sedema ku erd bikeve xizmetê de.”