Serokê YNKê tekez li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de dike û dibêje, digel wê yekê ne, pêvajo bêkêmasî birêvebiçe û rengvedana hemiyan be.
Îro Yekşemî 7ê Nîsanê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê -YNKê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê û Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski civiyan.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewleharî hatin nirxandin û tekez li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya zêdetir di navbera hêz û aliyên siyasî de hat kirin, ji bo derbaskirina pirsgirêkan û parastina aramiya welat.
Di beşek din ji civînê de, pisgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, mafê darayî yêm Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û Bafil Celal Talebanî got: Wek YNKê ji destpêkê ve ji bo parastina mûçeyên mûçdarên Herêma Kurdistanê kar kirine û digel vê yekê bûne, nabe ew pirs tevlî nakokiyên siyasî bê kirin, ku cara dawî bi hewla Serokwezîrê Iraqê û Dadgeha Federal û dostên kurd, hat çareser kirin.
Got jî: Karê wan yê sereke, dabînkirina jiyaneke birûmet û xwedî şeref e ji bo gelê me, ragihand, dê tevahiya hewlên xwe ji bo vê yekê bidin û hêvîdar in, her kes bi heman ruhî bixebite û xizmeta armancên bilind bike.
Derbarê hilbijartinê jî, Serokê YNKê ragihand: Em rêzê li biryaran digirin û pêbendî lidarxistina hilbijartinê ne di dema xwe de, Em dixwazin pêvajo bi awayekî bêkêmasî were kirin renvedana xwestên hemiyan be.