Wezîrekî Hikûmeta Sûdanî di Dadgeha Federalî de, doz li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed vekir.
Doz ji aliyê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq ve hatiye vekirin û tê de tê diyar kirin, divê rayedarên Herêma Kurdistanê biryarên Encûmena Wezîran ya Iraqê derbarê vegera koçberan bicih bînin.
Îvan Fayeq destnîşan kir ku 30’ê Hezîranê divê hemû kampên koçberan bên girtin û komîteyek ji bo vê pirsê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Tendirustî, Perwerdehî û Nûnerê Hikûmeta Herêmê hatiye pêkanîn.
Dadgeha Federal ya Iraqê 31ê vê mehê weke roja rûniştina dadgehê diyar kir.
Berê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tometbar kiribû ku rê nade koçber ji Hewlêr û Duhokê vegerin warên xwe.
Li gorî biryara Hikûmeta Iraqê divê hemû kampên koçberan li Herêma Kurdistanê bên girtin. Heftiya bihûrî kampa Tazedê ya Germiyanê hate girtin û biryare di demek nêz de Kampa Aştiyê ya Erbetê jî bê girtin.