Romanowski: Karê Hevpeymanan li Iraqê bi dawî nehatiye

Balyoza Amerîka li Bexdayê Alîna Romanowski. Wêne: AP

Balyoza Amerîka li Bexdayê ragihand, DAIŞ hîna cihê metirsiyê ye li ser Iraqê û karê hêzên Hevpeymanên Navdewletî li Iraqê ji bo têkbirina DAIŞê bi dawî nehtiye.

Balyoza Amerîka li Bexdayê Alîna Romanowski di daxuyaniyekê de ji ajansa Reutersê re ragihand, hîn karên hêzên hevpeyman bi serokatiya Amerîkayê ji bo têkbirina çekdarên DAIŞê di nava Iraqê de bi dawî nehatiye.

Ev daxuyaniya Romanowski di demekê de ye, duh berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ragihandibû, di çarçoveya serdana meha nîsana bê ya Sûdanî ji Waşintonê re, yek ji mjarên sereke yê wê serdanê dê pirsa dawîanîn bi erka hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê be.

Roja Yekşemiyê, Balyoza Amerîka li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya û di civînê de pirsên hevbeş yên navebra Iraq û Amerîka û giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.