Naveroka rêkeftinên Erdogan û Sûdanî

Wêne: AA

Serokwezîrê Îraqê ragihand, wan rêkeftina çarçoveya sitratejîk a navbera Îraq û Tirkiyê encama karê lijneyên warê ewlekarî û aboriyê ye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê de bi Serokomarê Tirkiyê re ragihand, rêkeftina çarçoveya sitratejîk a di warê avê ji bo heyama 10 salan e û garantiya dabînkirina avê bi awayeke dadperwer dide.

Wî anî zimên, “Bi tevlîbûna Îraq, Tirkiye, Îmaran û Qeterê me rêkeftinek jihevdufamkirinê ya di warê veguhestinê de îmze kirin.”

Sûdanî tekez kir, dê rê bi ti hêzan nede axa Îraqê ji bo pêkanîna êrîşan ji hêla welatên cîran ve bê bikaranîn û got, “Îraq û Tirkiye xwedî ewlehiyekê ne û cuda nabin.”

Hevdem Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan got, “Îraq cîrana me ye û hejmarek bingehên hevpar me bi hev du re girê dide û vîna me me ya siyasî ji bo pêşveçûnên siyasî heye.”

Wî diyar kir, “Rêkeftinên îmzekirî xala kirîtîk in di peywendiyên me yên bi Îraqê re.”

Bal kişand ser wê yekê jî, qebareya bazirganî ya bi Îraqê re 20 milyar dolar bûye û dixwazin zêdetir bikin.

Derbarê PKKê Erdogan got, PKK rêkxsitineke “terorsitî” ye û em gotûbêj derbarê pêngavên hevpar kirin.

Erdogan behsa wê yekê jî kir, rêya geşepêdanê wê bibe sedema vejandina herêmê û rijd in li ser tevlîbûna di projeya rêya geşepêdanê.