Serokwezîrê Iraqê ragihand, divê pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyekê de diyar kir, Sûdanî bi Serok û endamên frakisyona Partiya Demokrat ya Kurdistanê yên Parlamentoya Iraqê re civiyaye.
Her wiha anî zimên, di civînê de tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan yên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirisgirêkên navbera herdu aliyan hatiye kirin.
Sûdanî Tekezî li ser giringiya yekkirina karên navbera herdu desthilatên cîbicîkirin û yasadanînê ji bo çêtirkirina jiyana welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.