Tevgera Talîban Facebookê li Efxanistanê qedexe dike

Tevgera Talîban Facebookê li Efxanistanê qedexe dike û dibêje, ciwanên Efxan dema xwe bi wê platformê dikujin, ji ber wê yekê ew biryar dane.

Serperiştê Wezareta Pêwendiyên Talîbanê ragihand, piraniya ciwanên Efxanistanê ji aliyê zanistî ve lawazin û piraniya wan jî ne xwedevanin, tevî vê yekê jî dema xwe bi Facebookê derbas dikin û dahat û pereyê xwe bi wan tiştan xeric dikin ku ew yek di berjewendiya wê kompayayê de ye û zirarê digehîne welatiyan.

Serperiştê Wezareta Pêwendiyên Talîbanê diyar kir, ji bo rûbirûbûna wan ziraran, polîsê taybet hatiye damezrandin da ku Facebookê sînordar bikin yan jî bê girtin.

Bi gotina wî berpirsê Efxanistanê, nabe jiyana taybet ya welatiyan bê binpêkirin, eger her çavdêrîyek pêdivî bû, divê ew yek tenê ji aliyên saziyen ewlehiyê be bê kirin.