Lêkoleran kiloxê jineke Neandertal ji nû ve çêkirin

Tîmeke zaneyên şûnwarî ya Birîtanî kiloxê jineke Neandrtal ku temenê wê 75 hezar sal in ji nû ve çêkirin.

Ew kilox 6 salan beriya niha li Şikefta Şaneder ya li parêzgeha Hewlêrê hatibû dîtin.

Li gor nêrînên zaneyan ev kilox yê jineke temen 45 salî bû.

Li gorî lêkoleran, ev cara yekê ye hestiyên kiloxekî mirovên neandertal li cihê xwe mabe û bi awayek herî baş hatibe parastin.

Lêkolerên şûnwarî salên 1950 – 60’an bermayên ji Şikefta Şaneder 10 jin, mêr û zarokên neandrthal vedîtibûn.

Tê zanîn, Neandertal beriya 40 hezar salî ji holê rabûne.

Lêkolînên nû li Şikefta Şaneder sala 2011’an destpê kir. Lêkoleran li Zanîngeha Cambirdge xwestin ku bi berdewamî bêne Hewlêrê serdana wê şikeftê bikin.