Washington Post: Dibe bersiva Îsraîlê ji bo êrîşa Îranê leşkerî nebe

Li gorî raporeke rojnameya Amerîkî ya Washington Post, bersiva Îsraîlê bo êrîşa vê dawiyê ya Îranê, renge neleşkerî û teknelojî be.

Roja duşemî, 15ê Nîsana 2024an, kabîne ya hikûmeta Îsraîlê behsa çawaniya bersiv dayîna êrîşa esmanî ya Îranê kir, da ku bi awayekî be piştrast be hevpeymanên navdewletî aciz neke yan derfetê ji bo çêkirina hevpeymaniyeke stratejî ya navdewletî dijî Tehranê ji dest nede.

Li gorî wê rojnameya Amerîkî, ku ji zarê berpirsekî agehdar ji civînên kabîneya hikûmeta Îsraîlê daxuyakirin, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxwazê ji Artêşê kiriye, bijardeyan ji bo wê armancê destnîşan bikin, da ku bi wê rêyê bersiva êrîşa Îranê bidin.

Wî berpirsî da xuyakirin, Îsraîl hizir li bijardeyekê dike têde bersiveke wiha hebe ya ku bêyî zirarên canî be.

Bi gotina wî berpirsî ku ji ber hestiyariya danûstanidnê nexwastiye navê wî bê eşkere kirin, ew bijarde pêktên ji êrîşa ser saziyekê li Tehranê, yan lidarxistina êrîşeke teknelojî.

Ev jî di dememkê dene, serkirdeyên Îsraîlî soza bersivdana êrîşa berfire ya şeva Şemiya bihûrî ya Îranê didin, ev cara yekê ye ku Îran rasterast bi nêzîkê 400 dronên xwekuj û mûçekên balistîk Îsraîlê dike armanc.