Meta demkî Threads’ê li Tirkiye digire

Wêne: AP

Tevna Medyaya Civakî ya Metayê ya taybet bi têkstan Threads dê ji bo heyameke demkî heta 29’ê nîsanê ji bo bicihanîna fermana arastekirî ya Rêveberiya Hevrikiyê ya Tirkiyê li Tirkiyê bê girtin.

Hat ragihandin ku meta dê ji bo heyameke Threads’a girêdayî tekstan li Tirkiyê bigire, ku weke hevrikeke Twitter, an navê nû yê wê X, hat weşandin.

Kompaniyayê rgaihand, dê çalakiyên xwe demkî heta 29’ê nîsanê li Tirkiyê bigire ji bo bicihanîna fermana asrastekirî ya ji Rêveberiya Hevrikiyê ya Trikiyê.

Di lêkolînên meha bihûrî li Tevnên Metayê, Rêveberiya Hevrikiyê biryar da sûdek kargerî ya rojane ya 4,8 milyon Lîreyî bi ser bisepîne, û veguhestina daneyan di navbera Instagram û Threads’ê de hat ragirtin.

Biryar hat dayîn tedbîrên demkî bên pêkanîn ji bo karûbarên hevgiritnê ya daneyan ku dibe di encamê mekanîzmeyê de derkevin.

Di daxuyaniyê de, bal kişandine ser wê yekê jî, Facebook, Instagram, Whatsapp û her aplîkasiyonên din yên Metayê bi vê rewşê bandorî lê nayên kirin.