Microsoft: Artêşa Pasdaran Jîriya Çêkirî di girtin û hakkirinê de bikartîne

Rêveberê Microsoftê Satya Nadella di boneyeka kompanyayê de li New Yorkê gotarê dide. (Wêne; AP/Mark Lennihan)

Dewletên weke Îran, Çîn û Rûsiyê Jîriya Çêkirî ji bo hakkirin û bidestxistina zaniyariyan li dijî çalakvanên siyasî bikartînin.

Li gorî rapora Microsoftê, ya ku roja Çarşemî 14ê şibatê hatiye weşandin, wê kompanyayê behsa vê yekê kiriye ku karîne çalakiyên beşek ji hakkerên girêdayî yekîneyên sîxurî yên girêdayî artêşa Rûsiyê, Sipahê Pasdaran, Çîn û Koryeya Bakûr bişopînin.

Microsoft dide zanîn ku wan welatan, Jîriya Çêkirî û amûrên kompanyaya OpenaI ji bo çêtirkirin û geşepêdana çalakiyên xwe yên hakkirnê bikaranîne.

Rayedarê Beşa Ewlehiyê ya Microsoftê, Tom Brett, piştî weşana wê nûçeyê daxuyakirin:

“Zêdebarî ku bikaranîna Jîriya Çêkirî û teknolojiyeyên kompanyaya me ji aliyê komên navhatî ve binpêkirina yasan e, di heman demê de zêdeaviye li ser ewlehiya bikarberên me”.

Tom Brett diyarkir ku dê bêgav nemînin û derbarê hilwesta kompanyayê gotina xwe wisa domand:

“Em rê nadin ew alî û kom teknelojiyeyên me bikarbihînin, ji ber ku em dizanin ew sedemên êrîşên cihêreng in”.

Di dawiya gotina xwe de tekez kir ku dê ew weke kompanyaya Microsoftê ti carî nehêlin saziya wan ji bo kar û xebatên neyasayî were bikaranîn.