Neştergeriyên dirêjkirina bejnê gefê li mirovan dixwe

Neştergeriyên dirêjkirina bejnê gefê li mirovan dixwe
Neştergeriyên dirêjkirina bejnê gefê li mirovan dixwe

Mamostayê Beşa Ortopediyê li Zanîngeha Hacettepe li Tirkiyê Profîsor Diktor Gazî Hurî ragihand, bi taybet piştî pêşketina medyaya civakî, di nava mirovan de daxwaza “bê kêmasî û xweşikbûnê” zêde bûye ku jê re tê gotin, “Sendroma Înstagramê”, lê ev yek hin caran gefê li tendirustiya mirovan dixwe.

Hurî diyar kir, kesên ku bi vê sendromê ketine, daxwaz ji bizîşkan dikin, wan weha bikin ku wek di filterên telefonan de diyar dibin, bên xuyakirin.

Profîsor Diktor Gazî Hurî eşkere jî kir, di demên dawiyê de daxwaz liser neştergeriyên dirêjkirina bejnê zêde bûne û dazanîn, nabe li gorî daxwaza kesan ew neştergerî bên kirin, ji ber ku ligor pîvanên Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê, divê neştergeriya dirêjkirina bejnê, bi tenê ji bo wan kesan bê kirin, ku bejna wan ji 1,40-1,50 metreyê kêmtire

Hurî got, hejmarek teknîkên cuda yên dirêjkirina bejnê hene, lê her hemû jî, metirsiyên xwe yên cuda hene, ji ber ku ne bi tenê hestiyê mirov, masulke û demarên mirov jî tên dirêj kirin û dibe ku encama wê neştergeriyê bibe sedema têkçûna awaye meşa mirovan û hind metirsiyên din û tekez jî kir, nabe neştergeriya dirêjkirina bejnê bi tenê ji bo kozmetîkî yan jî estetîkî be.