Covîd metirsiya nexweşiyên hezmê (hers) zêde dike

“Covîd metirsiya nexweşiyên hezmê (hers) zêde dike
“Covîd metirsiya nexweşiyên hezmê (hers) zêde dike

Li gorê lêkolîneke nû, kesên ku bi Covîdê dikevin, dibe ku piştî başbûnê tuşî yek ji nexweşiyên demdirêj yên sîstema hezmkirinê bibin.

Ew lêkolîn li kovara BMC hatiye belavkirin, ku têde zêdetir ji 12 hezar kes tevlî bûne u piştî bi Covîdê ketine, mehekê di bin çavdêriya tendirustiyê de hatine hiştin, ji bo ku bê zanîn, gelo rastî pirsgirêkeke din ya tendirustiyê tên an na.

Pisporan lêkolîn ji bo heşt nexweşiyên sereke kirine û dû sal û nîvan di lêkolîna xwe de berdewam bûne û daneyên ku bi dest wan ketine, di gel daneyên 350 hezar kesên din berhev dane, ku di wê heyamê de bi Covîdê neketine.

Di lêkolînê de diyar bûye ku, kesên bi Covîdê ketine, metirsiya wan ya tuşbunê bi nexweşiyên demdirêj yên sîstema hezmkirinê zêdetire.

Rêjeya metirsiyê jî bi vî awayî ye:

%41 Nexweşiya Tirşbûna Meîde (Bersoj)

%38 Ji kar ketina sîstema hezmkirinê

%36 Nexweşiyên Pankresê

%35 Nexweşiyên dijwar yên cîgerê

%23 Birîndarbûna Meîde %21 Nexweşiya Ziravê