Wezareta Tenduristîya Îraq: Heft zarok bi nexweşiya AIDSê ketine

Berdevkê Wezaretê: AIDS li Îraqê kêm e û bi tevahî 2 hezar kes hilgirê wê nexweşiyê ne
Berdevkê Wezaretê: AIDS li Îraqê kêm e û bi tevahî 2 hezar kes hilgirê wê nexweşiyê ne

Wezareta Tenduristiya Îraqê ragihand, heft haletên pêketina vîrûsa AIDSê di nav zarokên di bin çar saliyê de hatine tomar kirin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îraqê Seyif Bedir ji Kanal8ê re ragihand, Wezareta wan heft haletên pêketina vîrûsa AIDSê di nava zarokên di bin çar saliyê de tomar kirine.

Seyif Bedir got, rêjeya pêketiyên vîrûsa AIDSê li Îraqê kêm e û li tevahîya Îraqê 2 hezar kes hilgirê wê vîrûsê ne û ev jî li hember welatên din rêjeyeke kêm e.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Iraqê diyar kir, pêketiyên wê vîrûsê dikarin di nava xelkê de jiyana xwe derbas bikin, lê divê çareseriyên pêwîst werbigrin, tevî vê yekê jî heya niha tu vaksînek û çareserîyek bingehîn ji bo wê vîrûsê nîne.

Wî berpirsê Tendirustiya Iraqê got, cihên ne yasayî û hinek kilînîk sedem in ji bo veguhestina vîrûsa AIDSê.