Li Rojavayê Kurdistanê penceşêra memikan %5 zêde bûye

Sala 2022an 3% bû.
Sala 2022an 3% bû.

Ajansên nûçeyan ji zarê hejmarek şehrezayên nexweşiyên penceşêrê ragihandin, di heyma sala bihûrî de haletên penceşêra memkan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi rêjeya ji % 5 zêde bûye.
Rêxistina Heyva Sor ya Kurdî belav kir, sala bihûrî tenê li herêma Cizîrê ji koma 1850 haletên berguman, 35 jin bi nexweşiya penceşêra memikan ketine.
Şehrezayên nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin, pîsbûna avûhewayê sedema sereke ya zêdebûna rêjeya penceşêrê ye li navçeyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.
Hevdem wan şehrezayan diyar kir, rêjeya penceşerê bi giştî sala bihûrî 8% zêde bûye, ev di demekê de ye ku di sala 2022an de tenê 3% bûye.