Wezareta Tendirustiya Iranê ragihand; %13.9 ê mirinên xwezayî li wî welatî, ji ber gemarbûna hewayê ye.
Serokê Grûpa Tendirustî û Guhertinên Av û Hewayê ya Wezareta Tendirustiya Îranê Ebas Şahsevenî roja Sêşemê bi boneya hefteya “Hewaya Paqij” ji Ajansa Tasnîmê re ragihand; ji aliyê gemarbûna hewayê ve, Tehran di nav paytextên Cîhanê di pileya 19an de cih digre.
Şasevenî ragihand, madeyên nebaş di hewaya Îranê de, bi rêjeya %7.6 ji pêvana Rêxistina Tendirustiya Cîhanê zêdetire.
Şasevenî balkişande ser vê yekê ku lêkolîn nîşan didin, 107 roj ji sala bihûrî, hewaya Tehranê di rewşa nesaxlem de bûye ji bo grûpên hestyar û 36 rojên nesaxlem bo hemû grûpan bûye.
Ev nûçe di demekê de ye, ku di heftiyên bihûrî de, li hejmare bajarên Îranê, welatiyan nerazîbûn li hemeber bikaranîna sûtemeniya Mazotê nîşandan. Li gor lêkonînan, mazot wek sûtemeniya fosîliya herî gemar tê hejmartin.