Berdevkê HSDê Ferhad Şamî bû mêhvanê Kanal8ê: Dewleta Tirk plan dike havîna bê êrîşî derdora Kobanî bike

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Ferhad Şamî tevlî bultena TOPSTORIYÊN KURDISTANÊ ya Kanal8ê bû û çend rastiyên nû eşkere kir. Ferhad Şamî ragihand, “Dewleta Tirk plan dike havîna bê êrîşî derdora Kobanî bike.” Tevî ku çend amarên nû derbarê şer û êrîşên DAIŞê xistin berçav.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî ragihand, Tirkiye plan dike cardin êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û li gorî agahiyên HSDê, plana wan heye di havîna bê de êrîşa pejahî li navçeyên navebera Girê Spî û Cerablusê pêk bîne da ku nêzî Kobanî bibe.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Ferhad Şamî di bersiva pirsa “Çima êrîşên çekdarên DAIŞê zêde bûne?” ya Pêşkêşkarê Kanal8ê Eyub Celal wiha got:

Du sedemên bingehîn hene; 1) Sedemên nêzîk û 2) Ya din jî sedema sitratîjîk yên dûr; Sedema nêzîk her sal di meha remezanê de ‘ku bi meha êrîşên DAIŞê tê naskirin’, di sala 2013an de heta roja îro meha û remezanê (meha êrîşên DIAŞê) bi awayek propagende di vê mehê de tên kirin, ew lê dinêrin ka çi çalakî û êrîş hene li dijî me û hêzên me yan çi li dijî hêzên din dibe, heta girêdayî hêzên Îranê be DAIŞ wek karek pîroz û binirx lê dinêre.

Lê mijarên wan yên sitratijîk hene, bi taybet li çolistana Sûriyê de, niha Sûriye 60% çolistan e bi taybet çolistana Swêda, Dera, Dêrezor, Reqa, Hema û Helebê… Heta diçe çolistana ber bi Idlibê û sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê, her çiqas deverên sitratijîk DAIŞ nexistibûn dest xwe de, lê tevgera DAIŞê di wan herêman de pir zêde ne. Bi taybet piştî hêzên Wagner ku milisên ser bi Rûsyayê ne, piştî pirsgirêkên di navbera Putin û wê hêzê de çêbû, Wagner xwe ji Sûriyê vekişand, nemaze li milê çolistana Dêrezorê û Reqayê ku ber bi aliyê Rejîma Sûriyê ve gav davêje, ji ber wê yekê valatiyek çêbû, milisên ser bi Îranê jî xwestin wê valatiyê tije bikin.

Ferhad Şamî di bersiva pirsa “Ji ber çi di meha Remezanê de êrîşên DAIŞê zêdetir dibin?” ya Pêşkêşkarê Kanal8ê Aso Osman de wiha wiha axivî:

DAIŞ meha Remezanê wek mehek pîroz ji xwe re dibîne, her çiqas ku em dizanin meha hirmetê ye û gerek xwîn tê de neyê rijandin, lê mixabin em dizanin DAIŞ tevgereke ser xwinê û komkujiyê hatiye avakirin ew wisa lê dinêre yên li hember DAIŞê hemû kafir in, li gor îdolojiya DAIŞê her çiqas êrîş di meha Remezanê de zêde bibe ‘ew qasî li cem xwedê çeteyên DAIŞê tên hezkirin’, lê ew sedemên demkurt in.

Ji bilî metirsiya ser Hikumeta Sûriyeyê, metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê jî heye?

Helbet ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi giştî li ser Kurditanê metirsiyê xwe heye, em DAIŞ wek heykelî yan wek herêmekî û rêkxistinek giştî dibînin, ji Efrinê yên ku fermandarê DAIŞê ne li wê derê xwe bicih kirine, em dizanin çiqas fermandarên DAIŞê li wê derê tên kuştin, heta çolistana Sûriyê û çiyayê Elbişrî ew dibe xet heta diçe Selahedîna Iraqê, Diyale û Xaneqînê heta çiyayê Qereçoxê.

Fermandarên DAIŞê bi qasî agahiyên me yên îstîxbaratê hene, niha xwe nêzî Herêmê me dikin, bi taybet li Reqa û Dêrezorê, helbet em jî ketine rewşek awarte.

Ji aliyekî êrîşên Artêşa Pasdaran ya Îranê li dijî HSDê û Hêzên Amerîkayê zêde bûne, Tirkiyeyê jî êrîşên xwe nerawestandine, gelo plan heye Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa bikeve nav dorpêçekê?

Bi awayek giştî êrîş nehatine rawstandin, yên wan hemû aliyan ku te behs kirin, armanca wan hemûyan, yek e: ew jî têkbirina statoya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye, êrîşên rejîma DAIŞê zêde bûne, êrîşên çeteyan li dijî Rejîma Sûriyê û yên girêdayî Îranê ve jî zêde bûne, bi taybet xeta Dêrezorê û niha li Reqayê dixwazin pirsgirêka çêbikin, ew jî zêde bûne.

Helbet amadekariyên me jî hene ku Dewleta Tirik piştî wendabûna pîlan û pirojeyên wî li Kerkûkê û wendabûna pilan û pirojeyên wî li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de, helbet niha çavsoriyê li Rojavayê Kurdistanê dike, bi qasî niha ku diyaloga me di dema dawî de bi rêya Fermandariya Giştî ya HSDê û Hêzên Hevpeymanî çêbû.

Tevî ku ew dibêjin heta niha me ti çirayek kesk nedaye wan, lê Dewleta Tirk niha guvaşê dike li Rûsiye hem li Amerika ku karibe carek din bi pêlek din êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî li dijî Kobanî û Dêrikê û herêmên dîtir.

Hêza DAIŞ wek beriya 2017 maye, ku bikare dest bi ser kontrolkirina navçe yan bajaran de bigre?

Em ji xwe bawer in û hêzên me jî têrê dike ku carek din em DAIŞê nehêlin û nikaribe zîndî bibe, lê helbet ew êrîşên DAIŞê wê berdewam be ji ber ku hinek derfet girêdayî me ne hinek jî girêdayî yên derveyî me ne.

Bi qasî agahiyên ku niha di destê me de hene, gelek çeteyên DAIŞê bi rêya Rejîma Sûriyê dixwazin derbasî Reqa û Dêrezorê bibin, gelek ji wan me girtin di îtrafê xwe de eşkere kirin ku ji aliyê Rejîma Sûryê ve hatine.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di bersiva pirsa Eyub Celal ya “Piştî êrîşên esmanî yên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyê, niha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ewlehiyê de ye, an jî rewşek kirîtîk derketiye hole?” wiha pê da çû:

Di ware leşkerî û ewlekariyê de hêzên me pê karibûn herêmê biparêzin û biser bixin jî, ji ber ku me parastina vî welatî me kiriye armanca xwe, di ware leşkerî û ewlehiyê de em heta niha serkeftî ne, her kes jî vê dibîne. Tevî ewqasên êrîş, em serkeftî ne. Lê niha tiştê em zêdetirî bale dikşînin ser, mijara îtîrafa siyasî ya bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo wê yekê jî diyalog û gotûbêjên me bi hêzên navdewletî re hene; bi taybetî hêzên Hevpeyamana Navdewletî yên li vê derê û hêzên din jî.

Tiştê herî zêde dijmin hêris dike (bi taybetî jî Dewleta Tirk, rejîma sûriyeyê û DAIŞ) tirsa wan e ji paşeroja Rêveberiya Xweser ber bi îtîraf û statuyekê biçe. Lewma jî tim û time m di nav êrîşan de ne.

Ferhad Şamî di bersiva pirsa “Tê gotin rola Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê kêm bûye, gelo ev yek rast e?” ya Pêşkêşkarê Kanal8ê Aso Osman de got:

Ne, bi qasî diyalogên me di dema dawî de jî çûbûn, ew bi awayekî rij li metirsiya DAIŞê dinêrin, ev ne mijareke propagendeyê ye. Ev mijareke rast e, DAIŞ zîndî dibe, bi taybetî li çolistana Sûriyê. Hêzên Hevpeymanan jî pêşbînî dikin DAIŞ dîsa vegere û metirsiyê li ser herêm û cihanê çêbike. Nemaze ku DAIŞa Xorasanî, DAIŞa Efrîqayî, DAIŞa Lîbiya çêbûye û li derên din jî çêdibin. Ji ber wê yekê difikirin ku piştevaniya xwe bi hêzên me re zêde bikin.

Lewma jî me (HSD) û Hêzên Hevpeymanî tenê di nava 3 mehan de zêdetirî 79 operasiyon pêkanîn. Em îro bi we re diaxivin, me (HSD) û Hêzên Amerîkî operasiyonek dijî şaneyeke DAIŞê li Reqayê li dar xist.

Eyub Celal ji Ferhad Şamî pirsî, “Di çend rojên bihûrî de belav bû Îran hin komên cudatir ji Hizbullah û Eşîran çêdike, sedemên zêdekirina wan koman çi ye?” wî jî wiha bersiv da:

Em rast bêjin, cihên Îran dixwaze tê de tevger bike Reqa û Dêrazor in, li wir jî bejwendiyên wan yên mezhebî Şîe ne, ew ji xwe ne hezkiriyên Îranê ne, lê herêmên derveyî kontrola wan de; Meyadîn, Bokmal û ew herêmên niha DAIŞ êrîşan lê pêktîne, miletên wê derê hinekî di mile madî û hişmendî de xizan in. Carinan ji bo parastina xwe ji metirsiyan teslîmê îradeya mîlîsên Îranê dibe, û Îran jî dixwaze mîlîsan ji wan re çêbike. Helbet ev yek jî têr nekir û nikariyan encamekê bigirin, bi taybetî dema li Dêrazorê êrîşî me kirin. Hin agahiyên me hene Îranê hin mîlîsên Îraqê (Hizbullahê Îraqê) derbasî Sûriyê kirine. Lê heta niha wan serkeftin bi dest nexistiye. Ev yek bûye derfet da ku DAIŞ êrîşên xwe zêde bike.

Pêşkêşkarê Kanal8ê Eyub Celal bal kişand ser daxuyaniyên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyê derbarê plana wan ji bo destpêkirina êrîşeke berfireh ya bejahî li nav axê Rojava û Başûrê Kurdistanê, girêdayî wê yekê Berdevkê HSDê Ferhad Şamî got:

Em nizanin Dewleta Tirk di hindurê xwe de çi difikire, lê li gorî daneyên ketine destê me; Dewleta Tirk amadekariyên xwe dike da ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Bi taybetî li mile Kobanî, em dizanin niha Kobanî jê re bûye kelemek, di ware sembolîk de bûye warê berxewadê ya li dijî DAIŞê li ser asta cihanê. Her wiha Kobanî ji Dewleta Tirk re bûye kelemek di navbera Girê Spî û Cerablusê de. Agehiyên me hene plana Dewleta Tirk heye di havîna bê de êrîşeke bejahî li Rojavayê Kurdistanê pêkbîne, li hemberî wê yekê em weke HSD hem di ware leşkerî û hem di ware deplomasî amadekariyên xwe dikin.